• Tuesday, 17 February 2026
logo

Tekîd li ser hevahengiya navbera hikûmet û parlamentoya Kurdistanê hat kirin

Gulan Media April 27, 2015 Nûçe
Tekîd li ser hevahengiya navbera hikûmet û parlamentoya Kurdistanê hat kirin
Li bajarê Hewlêrê, duh roja duşemiyê 27.04.2015ê, her du seroaktiyên parlamento û hikûmeta herêma Kuredistanê bi amadebûna; Yusif Mihemed serokê parlamentoyê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, Cafer Îbrahîm cîgirê serokê parlamentoyê, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr, Fexredîn Qadir sekreterê parlamentoyê û Mewlud Bwemurad wezîrê herêmê bo karûbarên parlamnetoyê, civiya.

Di destpêka civînê de, serokê parlamentoyê hêvî kir û ev civîn pêngavek be ji bona organîzekirina têkeliyên navbera parlamento û hikûmeta herêma Kurdistanê, bi taybetî li ser wan pirsên giringên peywendî bi jiyana hevwelatiyên Kurdistanê ve heye.

Yusif Mihemed serokê parlamentoyê behsa giringiya hevahengiya navbera serokatiya hikûmetê û desteya serokatiya parlamentoyê di warê pirojeqanûn û biryaran da kir.

Nêçîrvan Barzanî behsa têkeliyên navbera wezîrên hikûmetê û komîteyên taybetmendên parlamnetoya Kurdistanê kir û ew têkelî bi pêngaveke pêwîst zanî ji bona şopandina pirsên hevwelatiyan û kêmkirina rotînê di karûbarên rojane de.

Di civînê de, herwesa, behsa şerê dijî terorîstan û serkeftinên hêzên pêşmergeyê Kurdistanê bi ser terorîstên DAÎŞ de hat kirin û pêşmerge weke sembola azadî û serbilindiya gelê kurd wesif kir.

Piştî civînê serokê parlamentoyê û serpkwezîrê Kurdistanê di preskonferensekê de naveroka civînê ji saziyên ragehandinê û raya giştî re aşkere kir.

Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de got ku, ji bona zêdetir aktîvkirina têkeliyên navbera hikûmet û parlamentoyê, îro her du serokatî civiyan û ji bona zêdetir aktîvkirina hevahengiya li dor wan qanûn û biryarên ji parlamentoyê derdikevin, ev civîn pêwîste berdewam bin.

Yusif Mihemed di axaftina xwe de behsa naveroka civînê kir û got di civînê de gotûbêj li ser pirojeqanûn û hevahengiya navbera her du serokatiya, desthilata cîbicîkar û desthilata qanûndananê de, hat kirin.



Top