• Tuesday, 17 February 2026
logo

TEV-DEM: Daxuyaniya Hemîd Hecî Derwîş zererê dide kurdan

Gulan Media April 27, 2015 Nûçe
TEV-DEM: Daxuyaniya Hemîd Hecî Derwîş zererê dide kurdan
TEV-DEM daxuyaniya Hemîd Hecî Derwîş a li hemberî PYDê bi neberpirsyar binav dike û dibêje ku ew daxuyanî zererê digihîne doza kurd.

Serkirdeyê Tevgera Civaka Demokratîk Ferhan Îsa ragihand ku daxuyaniya sekreterê Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Hemîd Hecî Derwîş a ku têde li dijî PYDê axivîbû, dê bihêle ku Hecî Derwîş bi tenê bimîne.

Ferhan Îsa herwiha got ku ne ecêb e ku ev daxuyanî ji kesekî wisa derkeve ku sala 2004an ligel parêzgarê Hesekê Selîm Kebbûl yê ku komkujî derheqê kurdan pêk anîbûn, civiyabû.

Serkirdeyê TEV-DEMê tekez kir ku eger helwesta Hemîd Hecî Derwîş wisa bimîne, êdî ewê bi tenê bimîne.

Hemîd Hec Derwîş ji Rûdawê re ragihandibû ku ewê ligel partiyên kurd ên din li dijî siyasetên şaş ên PYDê bisekinin.

Rudaw
Top