DAIŞê kanaleke televîzyonê vekir
Li gorî agahiyan Rûdawê ji çavkaniyên Mûsilî standîn, rêxistina DAIŞê bi hoparloran bang hilda kanalek nû vekirine.
Hat gotin rêxistinê navê kenalê kiriye, “Xelîfetiya Îslamê li Nînova” û dê di wê kanalê dê propagandayên xwe bike.
Rêxistin di hoparlorên mizgeftan de bang kir da ku xelk kanala wan temaşe bikin.
DAIŞê beriya niha radyoyek vekiribû.
Ji 9ê Hezîrana par ve kontrola Mûsilê di destê DAIŞê de ye.
Rudaw
