• Tuesday, 17 February 2026
logo

Eşîretên ereb bi nasnameyên Kurdî vedigerin

Gulan Media April 27, 2015 Nûçe
Eşîretên ereb bi nasnameyên Kurdî vedigerin

Parlemanterekî fraksyona Goran li parlemana Kurdistanê hişyariya derketina diyardeyekî metirsîdar dide ku beşek ji ereban navnîşana pênaseya xwe ya barê şaristaniyê ji erebî diguherin bo Kurdî û weha vedigerin navçeyên Kurdistanî.

Wî parlemanterî diyar kiriye ku bi taybet eşîreta Kirewî wî karî dikin û ew eşîret yek ji eşîretên ku piştevaniya rêxistina terorîstî ya DAIŞ`ê dikirin e.

Bêstun Fayiq, endamê parlemana Kurdistanê ser bi fraksyona Goran bi yadeştekê ku ji bo serokayetiya parlemanê bilind kiriye û wêneyekî wê ji Xendanê re şandiye têde amaje bi ew diyardeya metirsîdar kiriye.

Xendan
Top