Pêşmerge 3 zarokên ereb ji mirnê rizgar kirin
Berpirsê Ragihandina Fermandeya Zêrevanî, Muqedem Dilşad Mewlûd ji Rûdawê re ragihand: “Duhî danê êvarî çekdarên DAIŞê gundê Keskê yê ser bi eniya Zûmar topbaran kirin û di encamê de malbateke ereb xaniyê wan bi ser wan de ket û 2 keç û kurekî 4 salî birîndar bûn.”
Muqedem Dilşad Mewlûd wiha got: “Pêşmergeyên tabûra 2 ya Zêrevanî bi hewara wê male ve çûn û birîndarên wan rakirin nexweşxaneya Zûmarê û li wir hatin dermankirin.”
Berpirsê Ragihandina Fermandeya Zêrevanî wiha domand: “Mervê wan birîndaran gellekî spasiya Pêşmergeyên Zêrevanî kirin û tekez kirin ku Hêzên Zêrevanî diyar kirin ku bi bê cudahî parastina welatiyan û xelkên navçeyê dikin.”
Rudaw
