Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Komeleya Xwendekarên Kurdistanê kir
Rêzdar Sekreter û Endamên Sekreteriyeta Komeleya Xwendekarên Kurdistanê
Bi helkefta salvegera 39 saliya damezrandina Komeleya Xwendekarên Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we yên xweşdivî dikim û hêviya serkeftinên zêdetir ji bo we dixwazim.
Dîroka tevgera rizgarîxwaza gelê me pire ji wan rûpelên ku hûn xort û law û xwendekarên Kurdistanê xwediyê şanaziya wê ne, qurbanîdana lawên welatê me bi navê bergirî kirina li ax û gelê me, sedemekî serekî mane û serkeftina xebata me ya azadîxwaziyê ye.
Wekî çawa rola xwendekar û qutabî û law li wê xebat û têkoşanî da rolekî bi bandor bûye, niha jî ku gel û welatê me berev rûyê şerekî dasepandî ya dijminekî dirinde bûye û li şerek dayîn ku şerê man û nemane, rola we gelek hestiyartir û girîngtire û li demek da şerefa Pêşmergayetî û parastina gel û welatê xwe bi dest aniye, pêwîste bi heman hesta Pêşmergane ve rê li belav bûna bîra tundrewiyê bigrin û berperçê wan hewlan bidin ku ji bo bê îrade kirin û lawaz kirina hesta nîştîmanperweriyê li aliyê gencên welatê me li holê daye. Gelêk xwediyê neviyeke hişyar û bawerî bi xwe bû bê paşarojeke geş li benda wane.
Her şad û serkeftî bin
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
26.04.2015
