• Tuesday, 17 February 2026
logo

Ereb jî daxwaza fêrbûna zimanê Kurdî dikin

Gulan Media April 26, 2015 Nûçe
Ereb jî daxwaza fêrbûna zimanê Kurdî dikin

Welatiyên 4 gundên girêdayî bajaroka Ebû Rasên a girêdayî Dirbêsiyê ya kantona Cezîrê ku ji pêkhateya Ereb in ji TZP’ê xwestin ku zimanê kurdî di dibistanên wan de perwerde bike.

Bi armanca vejandina zimanê kurdî li rex zimanên erebî û suryanî, Tevgera Ziman û Perwerdeyê (TZP) li serserî dibistanên herêma Cizîrê metoda zimanê kurdî daxist.

Her wiha li gelek dibistanên din ên gundên ereban ku dixwestin zimanê kurdî fêr bibin, perwerdeyên zimên dane destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de Navenda Laleş a girêdayî TZP’ê li ser daxwaza welatiyên gundên Til Mîr, Erebxan, Mizrî û Til Hirmil ên girêdayî bajaroka Ebû Rasên ku ji pêkhateya Ereb pêk tên, ji bo zimanê kurdî fêr bibin, dest bi perwerdeyên zimanê kurdî kir.

Xendan
Top