Hejmarek kurdên din ên êzdî tên rizgarkirin
Berpirsê Liqa 17 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Şingalê, Wehîd Bakuzî di daxuyaniyekê de îro, 26ê Nîsanê, ji BasNewsê re ragihand ku “37” kurdên din ên êzdî ji dest çekdarên DAIŞê rizgar bûn.
Wehîd Bakuzî diyar kir ku, heta niha hewlên azadkirina kurdên êzdî ji dest DAIŞê berdewam in, lê tu zanyariyên zêde derbarê çawaniya azadkirina wan kesên dîlkirî aşkere nekirin.
Dema girtina qeza Şingalê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve di 3 Tebaxa 2014an de, çekdaran hejmareke zêde ji kurdên êzdî revandin û tawanên li dijî mirovatiyê derheqê wan de pêkanîne, heta niha jî çarenivîsa hezaean kurdên êzdî li cem DAIŞê ne diyar e.
Basnews
