Li ser sînorê Siûdiyê şerekî giran derket
Hêza parêzvaniya sînor a Siûdiyê ev yek piştrast kir û ragihand ku 2 otomobîlên Hûsiyan li navçeyeke sînorî ya di navbera Siûdiyê û Yemenê de hatine têkbirin.
Herwiha li navçeya sînorî ya Cazan jî piştî ku çend çekdarên Hûsî hewl dan derbasî nava axa Siûdiyê bibin, hêzên parêzvaniya sînorî yên Siûdiyê rastî wan hatine û şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de derketiye û deriyê sînorî yê Elwedîe yê di navbera Siûdiyê û Yemenê de jî bi temamî hate girtin.
Di heman demê de balafirên hevpeymaniya Erebî jî li bajarê Edenê navendên çekdarên Hûsî bombebaran kirin.
Rudaw
