• Tuesday, 17 February 2026
logo

Civîna projeyasaya Herêma Kurdistanê tê lidarxistin

Gulan Media April 26, 2015 Nûçe
Civîna projeyasaya Herêma Kurdistanê tê lidarxistin
Tê çaverêkirin îro civîna duyem di navbera Serokayetiya Parlamentoya Kurdistanê û serokên frakisyonan de bê lidarxistin ji bo diyarkirina her 21 endamên komîteya taybet bi amadekirina projeyasaya destûra Herêma Kurdistanê.

Serokê frakisyona Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Şiwan Qeladizeyî ji Rûdawê re ragihand ku civîn wê saet 11:00ê berî nîvro dest pê bike.

Qeladizeyî diyar kir ku nêrînên frakisyonan derbarê diyarkirina her 21 endamên komîteyê de ji hev nêzîk in û tê pêşbînîkirin avakirina komîteyê demeke dirêj nexwe.

Li ser nûneratîkirina aliyên siyasî di wê komîteyê de, Şiwan Qeladizeyî got, partiyên ku nûnerekî wan di Parlamentoya Kurdistanê de heye ligel herdû neteweyên Tirkmanî û Aşûrî dê endamekî wan di komîteyê de hebe û her 15 kursiyên din dê ji bo PDK, Yekîtî, Goran, Yekgirtû û Komel bin.

Li gora zanyariyên Rûdawê, dê PDKê 5 endam, Goran 4 endam, YNKê 3 endam, Yekgirtû 2 endam û Komel jî endamekî wê di komîteya taybet bi amadekirina projeyasaya destûra Herêma Kurdistanê de hebin.

Rudaw
Top