• Tuesday, 17 February 2026
logo

Ermeniyên Amerîkayê bo Tirkiye: Li komkujiyê mukir derkev

Gulan Media April 25, 2015 Nûçe
Ermeniyên Amerîkayê bo Tirkiye: Li komkujiyê mukir derkev
Ermeniyên Amerîkayê di 100emîn salvegera “Qirkirina Ermeniyan” ya sala 1915 de, li pêşiya Konsulxaneya Tirkiyeyê li New Yorkê çalakiyeke nerazîbûnê lidar xistin û xwestin Hikûmeta Tirkiyeyê li wê komkujiyê mukir derkeve.

Encumena Niştimanî ya Ermeniyan li Amerîkayê di çalakiyê de daxwaz kir ku rê li ber van karesatên wiha bê girtin ji bo ku êdî bi serê Ermeniyan û mirovatiyê bi temamî neyê kirin.

Bi gotina wê encumenê, înkarkirina van bûyeran tê wateya ku wê ew karesat berdewam bibin.

Herwiha li Los Angeles jî çalakiyek di salvegera Qirkirina Ermeniyan de hat lidarxistin ku tê de daxwaz ji Amerîka û hemû welatên din hat kirin ku guvaşan bixin ser Tirkiyeyê ji bo ku li wê komkujiyê mukir derkeve.

Li parzemîna Amerîka û li Amerîka Latîn jî, Ermeniyan salvegera Qirikirinê bi bîr anîn û ji cîhanê xwestin ku vê karesatê ji bîr nekin.

Ev yek di demekê de ye ku Serokê Amerîka Barack Obama di gotara xwe ya taybet bi salvegera Qirkirina Ermeniyan de gotina “qirkirinê” ji bo komkujiyê bi kar neanî.

Rudaw
Top