• Tuesday, 17 February 2026
logo

Clinton û Viyan Dexîl civiyan

Gulan Media April 25, 2015 Nûçe
Clinton û Viyan Dexîl civiyan

Nivîsgeha Parlementera Kurd ya Iraqê Viyan Dexîl di daxuyaniyekê de, ku kopiyek bo BasNewsê şandiye, ragihand ku, duh 24ê Nîsanê, Hillary Clinton li Washingtonê pêşwazî li Viyan Dexîl kiriye.

Di hevdîtinekê de, Dexîl û Clinton behsa rewşa kurdên êzdî yên li cem DAIŞê dîlkirî ne û yên ku rizgar bûne, kirin.

Di bermaber de, Hillary Clinton, ku berbijêra serokatiya Amerîka ye, ragihandiye ku ew dê hemû hewlên xwe ji bo rizgarkirina kurdên êzdî yên cem DAIŞê bike.

Dema êrîşa çekdarên DAIŞê bo ser Şingalê, çekdaran hejmarek zêde ji kurdên êzdî revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan ne diyar e.
Top