Li Stenbolê Nêçîrvan Barzanî beşdarîyê di sedsaliya şerê Çanakalayê de dike
Di vê merasimê de; Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkiyeyê, Ehmed Dawuduglo serokwezîrê Tirkiyeyê û hijmareke berpirsên balayên wî welatî , serok û şandeyên fermiyên 60 welatên cîhanê û çendîn kesatiyên navdar amade bûn.
Cenga Çanakalayê di 23ê nîsana sala 1915ê de li ser dema Cenga Cîhaniya Yekem de di navbera sopayê dewleta Osmanî û hêzên hevpeymanan li Çanakalayê qewimî û yandkirina vê bûyerê xwestek û xebata gelên deverê û cîhanê ye ji bo aşitiyê, pêkvejiyanê û rêgirtin li dubarebûna cengên karesatîner.
