• Tuesday, 17 February 2026
logo

Cîgirê Bexdadî hat kuştin

Gulan Media April 23, 2015 Nûçe
Cîgirê Bexdadî hat kuştin
Hat ragihandin Cîgirê Rêberê Rêxistina DAIŞê yê Ebûbekir el-Bexdadî hat kuştin.

Endamê Tevgera Efserên Azad Mihemed Ba`ac ji çapemeniyê re diyar kir, hêzêke girêdayî wan li navenda Mûsilê li herêma Feyseliyê Cîgirê Rêberê Rêxistina DAIŞê Wisam Kenan di encama keminekê de kuştin.

Mihemed Ba`ac da zanîn di sala 2004ê de jî Wisam payebilindekê El Qaidê bû.

Wisam di navbera salên 2006 û 2010ê de ji aliyê Amerîkayê ve hatibû girtin. Piştî ku rizgar bû tevlî El Nusrayê bû piştre jî derbasî DAIŞê bû.

Tevgera Efserên Azad 13ê Hezîrana 2014ê li Mûsilê ki aliyê 490 efserên teqawîd bûyîn li dijî DAIŞê hatibû avakirin.

Tevgera Efserên Azad 2 mehên dawî de çend êrişên çekdarî li dijî rêxistina DAIŞê pêkanîn.

Rudaw
Top