32 kurdên êzidî rizgar bûn
Rêveberê Asayişa Şingalê Qasim Simo ji Rûdawê re ragihand ku ew 32 kurdên êzdî şeva borî ji destê DAÎŞê rizgar bûn û gihiştine navçeya Sinûnê.
Qasim Simo diyar kir ku di nava wan 32 kesan de, 22 zarok û 9 jin û û zilamek heye û ew hemû xelkê Şingalê ne ku di Tebaxa sala borî de ketibûn destê DAIŞê.
Di vê mehê de nêzîkî 350 kurdên êzdî ji destê DAIŞê rizgar bûn.
Heta niha ji navçeya Havîcê 462 kurdên êzidî ser sînorê Kerkûkê xwe gihandine Herêma Kurdistanê.
Piraniyan kurdên êzidiyan bi rêya mezinên ereban û bi pereyan tên rizgarkirin.
Rudaw
Beriya 2 mehan jî DAIŞê piraniya wan êzidiyên pîr bûn, 200 kes serbest berdabû.
Rêxistina DAIŞê Tebaxa 2014an êrişê Şingalê kiribû û bi hezaran kes kuştin û bi hezaran jin û zarok jî revandibû.
