• Tuesday, 17 February 2026
logo

Sînorên navbera Kurdistanê û Îranê tên şitandin

Gulan Media April 22, 2015 Nûçe
Sînorên navbera Kurdistanê û Îranê tên şitandin

Serokwezîrê Kurdistanê li gel heyeteke Îranî civiya.

Duh Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî li gel heyeteke Îranî ya bi Serokatiya Fermandarê giştî yê hêzên pasewanên sînor ên Îranê Serdar Qasim Rezayî kir.

Di hevdîtinê de ku hijmareke rayedarên Îranî, Kurd û Îraqî jê tê de amade bûn, heyeta mêwan jiber afirandina derfeta hevdîtina han spasiya Serokwezîrê Kurdistanê kir û pişt re derbarê rewşa deriyên sînor û navçeyên sînorî bi giştî zaniyariyên berfire pêşkêşî Serokwezîrê Kurdistanê kir.

Her di hevdîtina han de behsa tikiliyên navbera Îran û Kurdistanê û bihêztir kirina tikiliyên han jî hate kirin û tekez li ser baştir parastina deverên sînorî hate kirin.

Di beşeke din ya hevdîtina han de Serokwezîrê Kurdistanê jî spasiya heyeta Îranî kir û behsa tikiliyên dîrokî û kevnar yên di navbera Kurdistan û Îranê de kir û tikiliyên han bi baş û girîng wesif kir.
Top