• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel kesayetiyên Turkmenên devera Tele'fer civiya

Gulan Media April 22, 2015 Nûçe
Serok Barzanî li gel kesayetiyên Turkmenên devera Tele'fer civiya
Duh çarşem 22.04.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi mebesta agahdarbûna li kêşe û çawayiya jiyana Turkmenên koçberên deverê û her wiha nirxandina êrîşên Da'îş ya li vê deverê û paşaroja pêkvejiyana pêkhatan li gel hejmarek ji kesayetiyên Turkmenên Tele'fer û Avgenê û Eyaziye civiya.

Serok Barzanî li gotarek da balkişand li ser êrîşa dirindaneya Da'îş ya li ser pêkhatên navçeyê û asewarên xerapên derketina Da'îşê kir ku wekî karesatek bû ji bo pêkhatên navçeyê. Balkişand li ser xweragiriya gelê Kurdistanê û qehremaniya Pêşmerge ku terorîst li ser destê Pêşmerge tûşî şikestê hatin û navçeyekî berfireh ji destê terorîstan rizgar kirin.

Serok Barzanî amadebûyên kombûnê ji wê yekê dilniya kir ku hemû navçeyê ji destê Da'îş rizgar dikin û xelk vegerin deverên xwe û mayîna Da'îş tenê meseleya deme û nemana wan bi tekeze û hîç paşarojeke wan li vê navçeyê da tûne. Di derbarê qonaxa piştî Da'îş bi amadebûyan ragihand, piştî nemana Da'îş ewên baweriya wan bi pêkvejiyanê hebê û dijî Da'îş bin, em amadene hevkariya wan bikîn û rûpelekî nû ya pêkvejiyanê û jiyanekî nû destpêbikîn, lê belê ewên hevkariya Da'îşê kirine hîç cîheke wan li deverê nabê û wan dê heman çarenûsa Da'îşê hebê.

Heman demî de Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku çareseriya bingehîna kêşeyan eweye ku hûn vegerin navçeyên xwe û jiyanekî şerefmendane bi ser bibin û li vî warî de ragihand ku bi hêviya xwedê tevahiya navçeyan li bin kontrola Da'îş dihêne azad kirin û dawiya tevahî bi Da'îşê tînin.

Li beramber da amadebûyên kombûnê spasiya Serok Barzanî û Pêşmergeyan kirin û balkişandin li ser rola girîngê rêzdar û Pêşmerge ya li azad kirina navçeyên wan û spasiya xelkê Kurdistanê jî kirin ku hemû koçberan himbêz kirine û xizmeta wan dikin. Her wiha serxweşiyê jî li kesukar û malbatên wan Pêşmergeyên qehreman kirin ku li şerê dijî Da'îş ji bo parastina pêkhatên neteweyî û olî yên navçeyê canê xwe gorî kirine û xizmeta mirovayetiyê kirine. Amadehiya xwe jî derbirîn ku li bin sêwana Wezareta Pêşmerge da şerê Da'îşê bikin.

Top