• Tuesday, 17 February 2026
logo

Wezîrê tirk: Me hatina 13 hezar îslamîstan asteng kir

Gulan Media April 22, 2015 Nûçe
Wezîrê tirk: Me hatina 13 hezar îslamîstan asteng kir
Li gor Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Tirkiye rûbirûyî hejmareke mezin ya îslamîstan hatiye ku hewl didin di ser Tirkiyê re derbasî Sûriyê bibin, da ku tevlî DAIŞê bibin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu duh di serdaneke xwe ya Washingtonê de diyar kir ku welatî wî hatina li 12 hezar û 800 kesan Tirkiyê qedexe kiriye ku guman ji wan hebû ku di ser Tirkiyê re derbasî Sûriyê bibin. Çavuşoglu herwiha diyar kir welatî wî 1 hezar 300 çekdarên îslamîst yên biyanî jî ji Tirkiyeyê dersînor kirine.

Çavuşogluyê ku ligel Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) John Kerry jî rûnişt, diyar kir ku Tirkiye welatekî transît e ji bo çekdarên biyanî û wiha got: “Em bi hemû hêza xwe hewl didin ku vê yekê rawestînin. Lê welatên ku ev çekdar jê tên jî divê hemû hêza xwe bidin wê yekê ku van çekdaran bigirin, beriya ku ew birêdikevin.“ Çavuşoglu diyar kir ku ji bo serketinê pêwîst e hevkariyeke navnetewî pêk were, bo mînak di warê bihevguhertina zanyariyan de.

Wezîrê Derve yê DYAyê John Kerry ji aliyê xwe ve Tirkiye weke hevpeymaneke giring di têkoşîna li hemberî DAIŞê de bi nav kir û diyar kir ku DAIŞ di van demên dawî de ji aliyê çekdaran ve ketiye tengasiyê û gellekî pêwîstiya wê bi çekdarên nû heye, ji ber wê jî divê welatên wan çekdarên biyanî hewlên xwe zêdetir bikin, da ku rê li çûna wan ya nav DAIŞê bigirin.
Top