• Tuesday, 17 February 2026
logo

Korbenda “Li Rojhilata Navîn Kurd û Aştî” li Diyarbekirê

Gulan Media April 22, 2015 Nûçe
Korbenda “Li Rojhilata Navîn Kurd û Aştî” li Diyarbekirê
Weqfa Alîkariya Mirovahiyê, Azadî û Mafên Mirovan dê li Diyarbekirê korbenda "Li Rojhilata Navîn Kurd û Aştî"yê li darbixe.

Weqfa Alîkariya Mirovahiyê, Azadî û Mafên Mirovan (ÎHH) di daxuyaniyekê de da zanîn ku dê korbend di 25-26ê Nîsanê de li Diyarbekirê li otêlekê bê li darxistin û hat diyarkirin ku dê di korbendê de di bin serenava “Mijara kurdan, pevçûn, guherîn û veguherîn”, “pevçûnên çekdarî yên ji ber nijadperestiyê û pêvajoyên çareseriyê” û “Aştî û pêvajoya çareseriyê” rûniştin bên li darxistin.


Digel Serokê Giştî yê ÎHHyê Bulent Yildirim, namzedê AK-Partiyê yê Mêrdînê yê Parlementeriyê Orhan Mîroglu, Parlementerê HDPyê yê Diyarbekirê Altan Tan, Hîndekarê Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Vahap Coşkun, nivîskar Mufîd Yuksel û Alî Kaçar, Prof. Dr. Muhyîddîn Alî Karadagî, parêzer Yûsûf Serhat Bûcak, ji neviyên Şêx Seîd Ebdulîllah Firat û namzedê parlementeriyê yê serbixwe yê Rihayê Mehmet Yavûz jî di nav de hin kes dê wek axaftvan beşdarî sempozyumê bibin.

Hin akademîsyenên ku ji welatên wekî Filipîn, Moro, Çînê û Keşmîrê jî dê di korbendê de pêşkêşiyê bikin.

-Dê bi 5 zimanan pirtûk bê amadekirin

Nûnerê ÎHHyê yê Diyarbekirê Yilmaz Cebe got: “Kesên ku îdeolojiya wan a siyasî ji hev cuda ne vexwendin korbendê.”

Cebe destnîşan kir ku dê di korbendê de li ser mijarên pirsgirêka kurdan, pevçûn, guherîn û veguherînê bisekinin û got “Dê bibe korbendek girîng a ku dê bi hûrgilî li ser mijarên wekî dîrok, ziman, çand û erdnîgariyê rawestin. Me 700 kesên ku dê bikaribin piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriyê û piraniya wan ji derveyî welêt in, vexwendin korbendê.”

Yilmaz Cebe got ku dê pişt re daxuyanî û gotarên ku di korbendê de hatin pêşkêşkirin bi kurmancî, tirkî, erebî, zazakî û îngilizî bikin pirtûk.

Top