Barzanî: Rêkeftina Dihokê hewla me ya dawî ye
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka ragihand ku, tu mercên Herêma Kurdistanê bo her du aliyên sereke yên Rojavayê Kurdistanê, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (TEV-DEM), nînin, tenê ew dixwazin ku bendên rêkeftina Dihokê cîbicî bikin.
Roja 22ê Cotmeha 2014an bi serpereştiya Barzanî, ENKS û TEV-DEMê rêkeftina Dihokê îmze kirin, ji bo destpêkirina karê hevbeş li Rojavayê Kurdistanê û çareserkirina nakokiyên ku hene.
Yek ji xalên sereke yên rêkeftina Dihokê, avakirina Lêvegera Siyasî ya Kurdî bû, ew xal jî pêkhat lê piştî ku TEV-DEMê hilbijartinên şaredariyan li Kantona Cizîrê encam dan, ENKS karên xwe di Lêvegerê de ragirtin û niha rola Lêveger nemaye.
Di vê derbarê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wek nerazîbûnekê li ser nakokiyên berdewam di navbera ENKS û TEV-DEMê de ragihand ku “Ti projeyeke me ya nû nîne, rêkeftina Dihokê hewla me ya dawî bû.”
Barzanî dibêje jî ku, ti mercên Herêma Kurdistanê li ser aliyên Rojavayê Kurdistanê nînin û got: “Mercê me tenê ewe ku tiştê ku di rêkeftina Dihokê de hatiye, cîbicî bikin.”
Derbarê alîkariya Pêşmerge ji Rojavayê Kurdistanê re jî Barzanî balkişande ser hebûna Pêşmergeyên Kurdistanê li Kobanê û diyar kir jî ku “Pêşmergeyan alîkariya şervanan li ser sînor jî di şerê li dijî terorê de kirine.”
Basnews
