• Tuesday, 17 February 2026
logo

Encamderê teqîna terorîstiya Hewlêrê hate girtin

Gulan Media April 21, 2015 Nûçe
Encamderê teqîna terorîstiya Hewlêrê hate girtin
Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, ku encamderê serekiyê teqîna terorîstiya roja înê ya çûyî ya li nahiya Enkawe ya Hewlêrê, hatiye girtin.

Di ragihanekê de ku wêneyekê wê gehiste me, Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihandiye:´´ piştî lêkolîneke hûr û lidûvçûnên hêzên asayişê û hevkariya hevwelatiyan, şeva bihorî encamderê serekiyê teqîna roja 17/4/2015 a bajarokê Enkawe hate girtin.´´

Di beşeke din a evê ragihanê de hatiye:´´ Ew kirdara terorîstî ku bûye sedema şehîdbûna du hevwelatiyên Bakûrê Kurdistanê û birîndarbûna hejmarek hevwelatiyên din, bi egera otomobîleke bombekirî bûye ku li nêzîkî kafeteriyayekê hatibû parkkirin (rawestandin) û bi kontrola ji dûr ve hatibû teqandin.´´

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê herwiha ragihandiye: ´´lêkolîn ji terorîstê desteserkirî berdewame û piştî rêkarên qanûnî, em dê hevwelatiyên xoşdivî ji hûrkariyên zêdetir derbarê ewê kirdara terorîstî agehdar bikin.´´
Top