Serok Barzanî: Ti bûyerek nikare pêşiya serxwebûna Kurdistanê bigire
Serokê Kurdistanê dibêje prosesa serxwebûna Kurdistanê riya xwe berdewam dike û ti bûyer û karesatek jî nikare prosesa han asteng bike.
Di hevpeyvînekê ligel beşa farisî ya televîzyona Dengê Amerîka de, Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ragihand ku, pirsa serxwebûna Kurdistanê tiştekî asayî ye û ew pirs tenê bi rêya “lihevtêgehiştin û danûstandinê” tê çareserkirin, ne bi rêya “şer”.
Serok Barzanî di wê hevpeyvînê de balkişande ser serdana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bo Kurdistanê û gotiye “Ew serdan tiştek erênî bû û bandora wê li ser peywendiyên Bexda-Hewlêrê dibe, lê nabe çaverêyî wê yekê bin ku arîşeyên ji sala 2003an ve serî hildane, di vê serdanê de bên çarserkirin.”
Serokê Kurdistanê diyar kir ku arîşeyên Bexda û Hewlêr li ser pirsên siyasî û aborî ne, ji bo wê mebestê jî her du aliyan biryar li ser pêkanaîn komîteyekê ji bo gotûbêjkirina wan arîşeyan, dane.
Barzanî behsa şerê dijî terorîstên DIŞIê û proseya çaverêkirî ya azad kirina Mûsilê kir got: mayîna DIŞIê li Mûsilê metirsiye bo ser asayîş û aramiya Kurdistanê lewre ji nav birin û lawaz kirina DIŞIê li Mûsilê vê fêdeya xwe ji bo Kurd hebe.
