• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Tileferê şerê Pêşmerge li dijî DAIŞê giran dibe

Gulan Media April 21, 2015 Nûçe
Li Tileferê şerê Pêşmerge li dijî DAIŞê giran dibe
Şerekî dijwar di navbera Pêşmergeyên Kurdistanê û çekdarên DAIŞê de li Tileferê qewimiye “20” termên çekdaran jî ketine dest Pêşmergeyan.

Efserê Pêşmergeyên Zêrevanî, Geylan Mihemed di daxuyaniyekê de îro, 21ê Nîsanê, ji BasNewsê re ragihand ku, serê sibeha îro çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) li ser du riyên Eyaj ya ser bi Tileferê ve, êrîşêke berfireh li dijî pêgehên Pêşmerge encamdan “Pêşmergeyan jî bi tundî bersiva êrîşê dan.”

Geylan Mihemed ragihand ku pêwîstiya wan bi “çekên giran” heye, ji ber ku çekdarên DAIŞê çekên giran bikar tînin, het niha jî şer berdewam e û wiha got: “Hêzeke piştgiriyê ya Pêşmerge niha gehaye cihê şer û pevçûnan.”

Derbarê ziyanên mirovî yên wî şerî jî, efserê Pêşemrge got ku di nava Pêşmergeyan de şehîd hene û “herî kêm 20 termên çekdarên” jî ketine dest wan de.

Navborî amaje bi wê yekê kir ku, Pêşmerge derbasî gundê “Sehil el-Malih” bibûn, lê şêniyên gund “xiyanet” li Pêşmergeyan kirin û zanyarî li ser wan dabûn DAIŞê.

Qeza Tilefer dikeve bakurê-rojavayê Mûsilê û 70 kîlometirî ji bajar dûr e.

Basnews
Top