• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî pîrozbahiyê li kovara Gulan kir

Gulan Media April 21, 2015 Nûçe
Serok Barzanî pîrozbahiyê li kovara Gulan kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Rêzdar Sernivîskar û Rojnamevan û Karmendên Kovara Gulan

Silav û rêz...

Bi boneya bîst û yekemîn salvegera derçûna kovara Gulan germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we yên xweşdivî dikim.

Li vê rewşa niha da ku li şerê bergirî kirina li ax û kerameta gelê xwe da yîn, erkê navendên ragihandinê li her demek de hestiyartir û girîngtire. Niha dijmin û neyarên gelê Kurdistanê hewl didin ewê bi enfal û kîmyabaranê ji bo wan neçû ser li rêya rijandina jehra dû berekî û şikandina bawerî bi xwe bûna take kesê Kurd encam bidin û ragihandin hêsantirîn rêye ji bo wê yekê ku ji wir ve neyarên me bigihin meramên xwe. Ji bo wê yekê pêwîste ji berê zêdetir rê bi hesta nîştimanperwerî û azadîxwazî û parastina yekrêziyê bidîn.

Gulan, neku her wekî bi ezmûntirîn kovara siyasî û dewlemende bi lêkolîn û hevpeyvîn û raporên şîretê, belkû wekî navendêkî diyaloga rewşenbîran û akademî û siyasetmedarane, li gel çapkirina komek kitêbên bi sûd, rolekî girîng li rêdana bi giyana nîştimanperwerî û hez kirina welat û yekrêzî û pêkve jiyan û jîngeparêzî da heye û bi dilniyayiyê ve ew pirkarî û dilsoziye, berhema westabûn kedkarekî jêhatiye û hêvîdarim her bi vî awayî jî li pêşketin û xizmet kirina projeya neteweyî de berdewam bibin.

Destxweşiyê li we dikim û hêviya serkeftinên zêdetir ji bo we dixwazim.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
20/04/2015

Top