• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê kir

Gulan Media April 20, 2015 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê kir
Doh yekşem 19.04.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Mihemedê Hacî Mehmûd Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de serkeftinên Pêşmerge û rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan li mîhwera Kerkuk hate nirxandin. Li vê hevdîtinê de di derbarê rewşa navxweya Herêma Kurdistanê û peywendiya di navbera aliyên siyasî û pêwîstiya parastina yekrêziya di navbera hêzên siyasiyên Kurdistanê hate guftûgo kirin.

Her li vê hevdîtinê de tekez li wê yekê kirin ku pêwîste hemû aliyek li asta berpirsiyariya rewşa niha da bin ku paşarojeke bextewer ji bo gelê me bête mîsoger kirin.

Top