Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê Franseyê yê li Iraqê kir
Di hevdîtinê de Barretty silavên Serokê Fransa François Hollande bi Serok Barzanî gihand û her wiha behsa girîngiya serdana şanda wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê ya Fransa kir û piştgîriya berdewam ya welatê xwe bo hevkarî kirina leşkerî û perwerde kirina leşkerî ya ji bo hêzên Pêşmerge diyar kir.
Heyet di beşeke din ji axaftinên xwe de hevsozî û hevxemiya xwe jî ji bo kesukar û malbatên qurbaniyên teqîna roja înê ya derbasbûyî li bajarokê Enkawa ragihand û destxweşiya gel û hikûmeta Kurdistanê jî kir ji ber parastina pêkhatan û hewandina wê hejmara zêde ya penaberên yaku berê xwe dane Kuridstanê.
Li beranber da Serok Barzanî spasî gel û Serok û Hikûmeta Fransa kir ku herdem palpişt û hevsozê gelê Kurdistanê bûne û li demekî hestiyar jî da Fransa piştevaniyê li Pêşmerge û Kurdistanê kir û ev helwesta dîrokî tu carî nayê ji bîr kirin. Her wiha spasî Serok François Hollande jî kir ku pêşwaziyê li şanda Wezareta Pêşmergeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye û balkişand li ser wê yekê ku hevkarî û hemahengiya li navbera hêzên Fransa û hêzên Pêşmerge li astekî gelek baş daye.
Her di vê hevdîtinê de peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda hate nirxandin û Serok Barzanî ragihand Herêma Kurdistanê bi berev baştirbûna peywendiyan û zêdetir hemahengiya di navbera her dû aliyan de hengav davêje.
Li beşekî dinê vê kombûnê da rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan li parêzgeha Nînowa, Enbar, Selahedîn û Kerkûkê xistin ber behs. Her li vê hevdîtinê de her dû alî tekez li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Kurdistanê û Fransa li warên cûda cûda de kirin.
