• Tuesday, 17 February 2026
logo

Barzanî: Îran beşdarî azadkirina Mûsilê nabe

Gulan Media April 20, 2015 Nûçe
Barzanî: Îran beşdarî azadkirina Mûsilê nabe
Serokê Herêma Kurdistanê radighîne ku, Îran beşdarî azadkirina Mûsilê nabe, li ser vê pirsê jî Hewlêr ligel Bexdayê rêkeftiye.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de ligle beşa farisî ya radyoya Dengê Amerîka duh, 19ê Nîsanê, ragihand ku Îran dikare wek welatekî cîran alîkariya Iraqê bike “bi mercê” ku awayê hevsengiya ligel cîranên din biparêze.

Barzanî balkişande ser proseya çaverêkirî ya azadkirina Mûsilê û got ku wek çawa Hewlêr û Bexda rêkeftine “Îran beşdarî azadkirina bajarê Mûsilê nabe.”

Roja 9ê Hezîrana sala 2014an, çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) bajarê Mûsilê girtin, niha jî proseyek ji bo azadkirna wî bajarî hatiye amadekirin, lê dema destpêkirina wê hê ne diyar e.

Barzanî di hevpeyvînê de bal kişandiye ser karê hevbeş yê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên ewlekarî yên Iraqê.

Basnews
Top