Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetiyê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî kir
Li vê hevdîtinê de ku bi mebesta xwe nasandinê hatibû saz kirin Nûnerê nû yê Taybetiyê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî behsa rola hêzên Pêşmerge ya li rûbirûbûna terorîstên Da'îş kir û balkişand li ser wê yekê ku cîhan agahdarî qurbanîdana Herêma Kurdistanê û hewlên wê yên ji bo şikestdana terorîstan û her wiha yarmetîdan û li xwe girtina sedan hezar penaberên Iraqî û Sûrî û parastina pêkhatên neteweyî û oliyan kir. Nûnerê Taybetiyê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û hengavên nêzîkbûna Bexda û Hewlêr û her wiha wan peywendiyên hevsengên li navbera Herêma Kurdistanê û cîran û hevsûyên herêmiyan heye bilind nirxand û bi fakterek ji bo geşbûna navçeyê li qelem dan. Her wiha spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir ku hemahengiyeke baş li gel tîmên Neteweyên Yekgirtiyan da heye.
Li beranber da Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Nûnerê nû yê Sekreterê Neteweyên Yekgirtî xwest û ji bilî wê balkişand li ser rola bi bandor ya Neteweyên Yekgirtî ya li yarmetîdana penaberan û her wiha nêzîkkirina aliyên siyasiyên Iraqê de tekez li ser berfirehtir kirina hemahengiya di navbera Neteweyên Yekgirtî û Herêma Kurdistanê kir. Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de spasiya hevsozî û bi deng ve hatina civaka navdewletî kir û balkişand li ser qehremaniya hêzên Pêşmerge û wê yekê xiste rû ku Herêma Kurdistanê ji bo mayîna xwe û parastina destkeftan qurbanî û xwîneke zêde daye û li vê şerê jî da Pêşmerge bi azayetiya xwe wê yekê selmand ku teror ew hêza xwe tûneye ku neyê şikandin.
Her li vê hevdîtinê de rewşa emnî û serbaziya Iraqê û tehdîd û hereşeyên terorîstan li parêzgeha Nînowa, Enbar û Selahedîn xistin ber behs û guftûgoyan û proseya azad kirina Musil û qonaxa piştî azad kirina Musilê hate nirxandin.
