• Tuesday, 17 February 2026
logo

Pêşmerge navçeyeke tampon li Kerkûkê pêktînin

Gulan Media April 20, 2015 Nûçe
Pêşmerge navçeyeke tampon li Kerkûkê pêktînin
Rêveberê Polîsên Qeza û Nahiyeyên Kerkûkê Serhed Qadir di daxuyaniyekê de îro, 20ê Nîsanê, ragihand ku, çekdarên rêxitsina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) xwe ji bo êrîşekê li ser pêgehên Pêşmergeyên Kurdistanê kom kiribûn.

Serhed Qadir diyar kir ku, çekdarên DAIŞê yê ku xwe kom kiribûn êrîş kirine ser her du gundên (Etşane û Mire) lê ji aliyê Pêşmergeyan ve bi dijwarî bersiva wan hat dayîn.

Ji aliyek din ve, Asayişa Giştî ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku, di her du rojên borî de, Pêşmergeyan operasyonek li baûrê Kerkûkê destpêkiribûn, DAIŞ ji 84 kîlometran hat derkirin.

Bi kontrolkirina wê rûberê jî, navçeyeke tampon li derdora bajrê Kerkûkê pêk hat.

Derbarê hejmara kuştiyên DAIŞê di wê operasyonê, daxuyaniyê da zanîn ku, herî kêm 35 çekdar hatine kuştin.

Basnews
Top