Fuad Meisûm serdana Tirkiyeyê dike
Li gor nûçeyeke malpera Rûdawê, berdevkê serok komariya Iraqê, Xalid Şiwanî ragihandiye: “Li ser vexwendina Receb Teyib Erdogan serok komarê Tirkiyeyê, roja înê Fuad Meisûm dê serdana Tirkiyeyê bike û li wir çend civînan pêk bihîne.”
Xalid Şiwanî herwiha ragihandiye: “Di vê serdanê de, serok komar dê tekez li ser bihêzkirina pêwendiyên du alî di navbera herdu welatan de, bi taybetî ji aliyê ewlehî, aborî û hinek pirsên din ve bike, di ser hemû pirsan de jî şerê li dijî DAIŞê.”
