Nêçîrvan Barzanî: Me zêdetir pêwîstî bi alîkariyên navdewletî heye
Nûnerê NY got ku, ew dê lêbixebite bi alîkariya rêxistinên ser bi NY ve alîkariyên pêwîst pêşkeşî penaber û koçberan bke û di vî warî de, ji bona baştirkirina rewşa koçber û penaberan, alîkariya hikûmeta herêma Kurdistanê bike.
Nûnerê sekreterê giştiyê NY bo karûbarên Îraqê got ku, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi awayekî erênî pêşketine û vê yekê jî tesîreke baş li ser îstîqrara siyasî li navxweyîya Îraqê hebû, wî got ku, pirsa DAÎŞ û nehêlana aloziyan bi tenê bi rêya serbazî çareser nabin, lê divê hikûmeta Îraqê di warê siyasî, civakî û êkonomî jî de rûbirûyî DAÎŞ bibe û di heman demê de aşitiya niştimanî pêkbîne.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê sipasiya serdana nûnerên taybetiyê sekreterê giştiyê NY bo herêma Kurdistanê kir û hîvî kir ku di kar û xebatên xwe serkeftî be. Barzanî behsa wan alozî û pirsgirêkên rastî herêma Kurdistan hatine weke birîna budceyê ji aliyê hikûmeta berê ya Îraqê ve ku, rewşa herêma Kurdistanê aloz kir lê tevî vê jî xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê deriyên xwe ji bo penaber û kopçberên ji tirsa terorê ber bi herêma Kurdistanê hatin, vekirin, ew hewandin û alîkarî pêşkeşî wan kirin.
Serokwezîr got ku, hijmareke zêde ya koçber û penaberan qesta herêma Kurdistanê kiriye û alîkarîkirina wan ji îmkanên hikûmetê zêdetir e, bi taybetî nuha behsa azadkirina bajarê Mûsil û çend deverên din ji bin destê DAÎŞ tê kirin û tê çaverêkirin hijmareke zêdetir ya koçberan ber bi herêma Kurdistanê ve bên, ji ber vê yekê pêwîstiya herêma Kurdistanê bi hevkarî û alîkariya civaka navdewletî û bi taybetî rêxistinên ser bi NY ve heye
Li dor têkeliyên digel Bexdayê jî, serowezîrê herêma Kurdistanê got ku, her çiqas nuha têkeliyên digel Bexdayê başin lê pêwîste hindek pirs di warê teknîkî de zêdetir bên gotûbêj kirin û çareseriyên minasib jê re bên dîtin.
