Wezareta Prastinê: 100 DAIŞî hatin kuştin
Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastina Iraqê, hêzên girêdayî Fermandariya Operasyona Bexdayê û balefirên hevpeymaniya navdewletî li bajarokê Germeyê êrişê navendên DAIŞê kirin û di encamê de herî kêm 100 çekdar kuştin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di çaçoveya operasyonên de 16 wesayîtên ku doçka li ser û 159 mayînên hatin vedan, hatin têkbirin.
Ji aliyê din ve ji şeva borî ve balafirên hevpeymaniya navdewletî 15 êrişên asmanî li herêma Baxdadî, Germe, Mûsil û Becî pêkanîn.
Rudaw
