• Tuesday, 17 February 2026
logo

7 kurd namzedên parlamentoya Fînlandayê ne

Gulan Media April 19, 2015 Nûçe
7 kurd namzedên parlamentoya Fînlandayê ne
Îro hilbijartinên Parlemantoya Fînlendayê dest pê dikin ku nêzîkî 3 milyon û 700 hezar kes beşdarî piroseya hilbijartinan dibin û nêzîkî 4 hezar û 500 kurd jî di dengdanê de beşdar dibin.

Dîroka Parlemantoya Finlanda vedigere despêka sedsala 20emîn û ev yekem car e 7 kurd li Fînlenda dibin berendamê parlemantoyê.

Heger ji 7 namzedên kurd yek jî serbikeve Fînlênda wê bibe ezmûna 6an li welatên Ewropa ku kurd têde bibin parlemanter, welatê herî xuya jî Siwêde ku 6 parlamenterên kurd hene.


`Eduskunta` ku bi zimanê fînlendî tê wateya parlamento, sala 1907 hat damezrandin û yekem parlamentoya Ewropayê ye ku mafê xwekandîdkirinê da jinan. Di hilbijartinên yekem de jî, 19 jin bûne endamên parlamentoyê.


Hejmara endamên parlamentoyê 200 kes in. Niha ji 14 partiyên Fînlendayê, nûnerên 8 partiyan li parlamentoyê hene. Partiya Kokoomusê ku partiyeke muhafezekar e tevî Sosyal Demokratê hikûmet pêk anîn. Partiya Jîngehê û Partiya Çep jî beşdarî vê hikûmetê bûn. Lê dûre Jîngeh û Çep ji hikûmetê vekişiyan.


Tevî ku gelê Fînlendayê nerm e û ji biyaniyan jî hez dike, lê roj bi roj kampanyayên partiyên dijî biyaniyan berfirehtir dibin.


Berbijêrên biyanî li ser hejaran û kultûra hevjiyanê kar dikin. Berbijêrên resen jî behsa tiralî û bêsîstemiya biyaniyan dikin û dibêjin xwevedizîna wan ji bac û kar û anîna zarokên zêde, metirsiyê li ser Fînlendayê pêk tînin.


Naveroka kampanyaya Partiya “Fînlendiyên Resen” ku partiyeke nijadperest a Fînlendayê ye, ji dijatîkirina biyaniyên li Fînlendayê pêk tê.

Rudaw
Top