• Tuesday, 17 February 2026
logo

Şehîdên teqîna Hewlêrê bi axê tên spartin

Gulan Media April 19, 2015 Nûçe
Şehîdên teqîna Hewlêrê bi axê tên spartin
Îro li saet 10 bi dema Hewlêrê, li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê, bi boneya gihîştina cenazeyên her dû şehîdên teqîna Enkawe ya bajarê Hewlêrê, meşeke girseyî hate lidarxstin.

Peyamnêran di nava meşê de ragihand ku cenazeyên herdu şehîdan ji nexweşxaneya Dêrikê bi amadebûna hejmareke mezin ji welatiyên Bakurê Kurdistanê ber bi goristanê ve hatin rakirin.

Li gelek navçeyên din yên Bakurê Kurdistanê xelk tevlî meşa gihiştina termên wan dû şehîdan bûne û herweha kiryarên tundrewane yên DAIŞê ji aliyê wê meşê ve hatin şermezarkirin.

Herwiha li Dêrika Çiyayê Mazî peyamnerê da zanîn ku herdu cenazeyên teqîna Hewlêrê bi Ala Kurdistanê hatibûn pêçandin û di merasîmê de diruşmên “Bijî Kurdistan” hatin avêtin.

Herwiha di merasîmê de şehîdên Kobanî, Şingal û Kerkûkê jî hatin bibîranîn.

Pêr teqînek li ber Kafeya Nellyê ku nêzîk konsulxaneya Amerîkayê ye, li nahiyeya Enkawa ya ser bi Hewlêrê ve pêkhatibû û di encamê de 2 welatiyên sivîl ên Bakurû Kurdistanê şehîd bibûn û 8ê din jî birîndar bibûn.

Di nava 8 birîndaran de welatiyên bi navê Ozdal Albayrak û Sabriyê Alganel xelkê Bakurê Kurdistanê ne û ji bo dermankirine ew birin Enqereyê.

Rudaw
Top