• Tuesday, 17 February 2026
logo

Rexda Sedam:Îzet Dûrî wek bavê min yê 2.ehemîn e

Gulan Media April 19, 2015 Nûçe
Rexda Sedam:Îzet Dûrî wek bavê min yê 2.ehemîn e

Keça Seddam Hisên, Rexed Sedam Hisên derbarê kuştina Îzet Dûrî cîgirê serokê rejîma berê ya Îraqê Sedam Hisên de got: Ez jiber nûçeya kuştina Îzet Dûrî “gelekî dilgiran” bûme û sersaxiyê li xwe û Îraqiyan dikim û ez Dûrî wek bavê xwe yê duyemîn dizanim.

Îzet Dûrî cîgirê serokê rejîma berê ya Îraqê Sedam Hisên bû, berî niha Emrîka qasek pere wek padaşt ji kesê ku Îzet Dûrî re bigire diyar kiribû, ew wek destê rast yê Sedam Hisên jî dihat naskirin.

Eve di demekê de ye ku dohî roja 17`ê Nîsan`ê, parêzgarê Selahedînê Raid Cibûrî ragihandibû ku, di operasyonekê de li nêzîk Çiyayê Hemrînê, Îzet Dûrî ligel 50 çekdarên din hatiye kuştin.

Xendan
Top