• Tuesday, 17 February 2026
logo

Keştiyeke penaberan binav dibe

Gulan Media April 19, 2015 Nûçe
Keştiyeke penaberan binav dibe
Li Deryaya Spî keştiyeke penaberan binav dibe, zanyariyên destpêkê jî amaje bi mirina sedan penaber dikin.

Îro, 19ê Nîsanê, keştiyeke penaberan yên ku biniyaz bûn berê xwe bidin Îtalyayê, li Deryaya Spî, li herêma Kanala Sîcîlyayê ku dikeve navbera Îtalya û Lîbyayê, binav bû.

Li gor ku hatiye belavkirin, di wê keştiyê de 700 penaber hebûn, dibêje ku bi sedan ji wan canê xwe ji dest dabin.

Rojnameya Times of Malta ya îtalî jî ragihandiye ku, heta niha zêrevanên deryayî û tîmên hawarhatinê karîne 28 kesan rizgar bikin.

Ev demeke ku gelek bûyerên ji vê curê diqewimin, civaka navdewletî jî dilgiraniya xwe ji van bûyeran anîne ziman û gelek caran jî hişiyarî daye, lê heta niha rêgirî li qaçaxçiyan nehatiye kirin.

Qaçavçî penaberên ku dixwazin herin Ewropayê bi rêya deryayê dibin Îtalyayê da ku ji wêde berê xwe bidin bajarên ku ligel qaçaxçiyan li ser lihev kirine.

Ji ber kevinbûn û xirabiya keştiyan û barkirina hejmareke gelekî zêdetir ji karîna keştiyan, ew keştî binav dibin.

Basnews
Top