• Tuesday, 17 February 2026
logo

Civata wezîran kiryara terorîstiya bajarokê Enkaweyê şermezar dike

Gulan Media April 18, 2015 Nûçe
Civata wezîran kiryara terorîstiya bajarokê Enkaweyê şermezar dike
Civata wezîrên herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî kiryara terorîstiya bajarokê Enkawe şermezar dike û dibêje encamdana wê kiriyara terorîstî li bajarokê Enkawe li Hewlêrê nîşana şikestin û têkçûna terorîstane li ser destê hêzên pêşmergeyê Kurdistanê.

Ev li jêr teksta daxuyaniya civata wezîrên herêma Kurdistanê:

Em bi dijwarî tawana terorîstiya roja 17ê nîsana 2015ê li bajarokê Enkawe hatiye encamdan û tê de xelkê sivîl kirine armanc şermezar dikin. Ev tawana tirsinokeya terorîstan nîşana hovatiya wane û di heman demê de belgeyê şikestin û têkçûna terorîstane li hember hêza pêşmerge û xweragiriya cemawerê Kurdistanê.

Ev tawan weke her tawnake din ya terorîstan, ji bona rûbirûbûn û têkşikandina bereyê teror û tariyê û bingorkirina xewinên wan yên cehnemî zêdetir moral û hêzê bi me dide.

Em sersaxiyê pêşkeşî malbatên şehîdên bê tawanên vê kiryara terorîstan dikin û hêviya çakbûnê bo birîndaran dixwazîn û em careke din tekîd dikin ku, heta serkeftina bi yekcarî dê li ser şikandin û bingorkirina terorîstan li her derê bin berdewam dibin.

Civata wezîrên herêma Kurdistanê
17.04.2015
Top