DAIŞ Dêrek li Til Temir bi temamî rûxand
Çekdarên Rêxistina Dewleta Islamî (DAIŞ) Dêrek li gundê Til Nesrî ser bi bajarê Til Temirê li parêzgeha Hesekê li Rojavayê Kurdistanê bi temamî rûxandin.
Çalakvanê Kurd ji bajarê Til Temirê Mihemed Şêxo ji BasNews re ragihand ku “Çekdarên DAIŞê Doh 16 Nîsanê Dêra (Meryem Elezraa) li gundê Til Nesrî (1 km başûrê Til Temirê) bi temamî rûxandin piştî ku ew teqandin bûn”
Herwiha Mihemed Şêxo got jî : “Çekdarên DAIŞê ew Dêr teqandin bi hinceta ku Xaç li ser hatine danîn”
Berî demekê çekdarên DAIŞê beşek ji Dêra (Meryem Elezraa) teqandibûn, lê bi temamî nehatibû rûxandin, herwiha ji 23.02.2015 de şer di navbera Şervanên Kurd û çekdarên DAIŞê li Ti Temirê û gundewarên wê berdewame.
Basnews
