Izet Dûrî jî hate kuştin
Cîgirê Sedam Husên îro hate kuştin.
Di vê derbarê de Parêzgarê Selahedînê diyar kir ku duh di encama pevçûnekî di navbera artêşa Îraqê û terorîstên DIŞIê de li qontarên çiyayê Hemrînê hijmareke zêde terorîstên DIŞIê hatine kuştin.
Parêzgarê Selahedînê herwiha eşkere kir ku di encama şer û pevçûnên îro yên li qontarên çiyayê Hemrînê de Cîgirê Sedam Husên û yek ji Serkirdên mezin yê partiya Bes û herwiha damezrinerê grûpa terorîstiya Neqişbendî Îzet Dûrî hatiye kuştin.
Çavkanî eşkere kir ku Îzet Dûrî û çend berpirsên din yên DIŞIê bihevre hatine kuştin.
Weke tê zanîn Îzet Dûrî di dema desthilata hikûmeta hilweşiyayî ya Besê de yek ji wan kesan bûye ku çendîn car fermana kuştina welatiyên Kurd û wêran kirina Kurdistanê der kiriye û jiber vê çendê jî li dadgehê bi tawana komkujiya gelê Kurd bi darde kirinê hatibû mehkûmkirin û biryara girtinê jî ji re hatibû derkirin.
