Fînlenda pewendiyan yekser ligel Hewlêrê dike
Carl Haglund diyar kir, gumana Hikûmeta Fînlendayê ji karên Hikûmeta Bexdayê heye, lewma raste rast pêwndiyê ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge dikin.
Haglund anî ziman rêxistina DAIŞê ji bo tevahiya cihanê metirsiye û wiha got: “Heta ku rêxistin were têkbirin emê alîkariyên leşkerî û lojîstik ji bo Hêzên Pêşmerge bidomînin.”
Wezîrê Parastina Fînlendayê eşkere kir, di rojên bên de rayêdarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo paytaxt Helsinkî were vexwendin ji bo ku wa re bicivin û alîkariyên zêdetir pêşkêş bikin.
Rudaw
