• Tuesday, 17 February 2026
logo

Sefîn Dizeyî: Gotinên Kalkan nayên qebûl kirin

Gulan Media April 17, 2015 Nûçe
Sefîn Dizeyî: Gotinên Kalkan nayên qebûl kirin

Peyvdarê hikûmeta Kurdistanê dibêje gotinên Dûran Kalkan nayên qebûlkirin.

Peyvdarê hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî di daxuyaniyekî de diyar kir ku gotinên endamê komîteya Serokatiya PKKê Dûran Kalkan gotinên şaş û têjî ji kîn û nefretin û bi ti awayî nayên qebûlkirin.

Dizeyî eşkere kiriye ku Kalkan yek ji wan Serkirdeyên PKKê ye ku bi zimaneke dijminane û têjî ji kîn li hember destkeftên gelê Kurd yên ku bi hezaran zarokên Kurd bo bidest xistina wan şehîd bûne daxeve, û gotinên vî gotinên dûr ji berpirsiyartî ne û nav hatî mafeke wisa bi xwe daye ku daxwaza hilweşandina pergala siyasiya Kurdistanê bike ew di demekî deye ku pergala Kurdistanê yaku pergala bihevre jiyanê ye bûye cêyê rêz û hurmeta civaka cîhanî.

Dizeyî di berdewamiya axaftinên xwe de bi tundî bersifa Kalkan dide û gotinên vî bi gotinên nabicîh û şaş wesif dike.
Top