• Tuesday, 17 February 2026
logo

Biden: Em li hevbeşiyeke stratejîk ligel Iraqê digerin

Gulan Media April 17, 2015 Nûçe
Biden: Em li hevbeşiyeke stratejîk ligel Iraqê digerin
Cîgirê Serokê Amerîkayê, Joe Biden ragihand ku Amerîka li têkiliyeke stratejîk ligel Iraqê digere ji bo ku bikaribe di berjewendiya gelê Iraqê de kar bike.

Joe Biden di kongreyeke rojnamevanî de li Washingtonê ragihand: “Alîkarîkirina Iraqê di şerê li dijî DAIŞê de wê berdewam be. Em li hevbeşiyeke stratejîk ligel Iraqê digerin.”

Biden herwiha careke din piştgirî da Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û hikûmeta wî.

Cîgirê Serokê Amerîkayê bal kişand ku welatê wî bi yekîtiya axa Iraqê û serxwebûna wê re ye û hewil dide xwestekên Iraqê pêk bîne.

Biden berî kongreya rojnamevaniyê, di çarçoveya konferanseke taybet bi rewşa Iraqê û têkiliyên navbera herdu welatan de, ligel Heyder Ebadî civiya.

Rudaw
Top