Asayişa PYD endamekî PDK-S li Efrînê girt
Hêzên Asiyşa Rojavayê Kurdistanê ku bi ser Rêveberiya Xweseriya Demokrat ku Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) û hevalbendên xwe li Rojavayê Kurdistanê ragihandibûn Îro 16 Nîsanê li bajarê Efrînê endamê serkirdeya Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) li gundê Dêr Sewan ser bi nahiya Şeran ve girtin.
Di daxuyaniyekê de (PDK-S) ragihand ku “Hêzên Ewlehiyên ser bi (PYD)ê ve Îro 16 Nîsanê Endamê serkirdeya (PDK-S) Felemez Osman di mala wî de girtin û birin cihekî ne diyar piştî ku wî endamî derketina ser xalên pişkinînê yên ku PYD danîne û xelkê bi zor derdixin ser red kir”
Herwiha Encûmana (PDK-S) li Efrînê di daxuyaniya xwede bi tundî ev kiryar şermezar kir û daxwaza berdana endamê xwe bi serbestî kir.
Ji aliyekî din ve (PDK-S) ji hemi Hêzên Kurdî û Kurdistanî xwest ku hewlên xwe bidin ku Felemz Osman bi serbestî bê berdan li gel hevalên wan yên din (Şikrî Bekir, Ehmed Seydo, Idrîs Elo û Ehmed Sîno) ku li cem Hêzên Asayişê girtîne.
Rudaw
