Saziya aştiya cîhanî ya Îtalî spasiya hikûmeta Kurdistanê dike
Heyeteke Saziya aştiya cîhanî ya Îtalî serdana Kurdistanê kir.
Duh heyeteke saziya aştî ya cîhanî a Îtalî serdana Hewlêrê kir û ji aliyê Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî ve hate pêşwazîkirin.
Di vê serdana han de heyeta saziya han yaku bi Serokatiya Qeşe Endiria Kirîstanî pêk hatibû behsa rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraqê, Kurdistan û şerê dijî terorîstên DIŞIê kir.
Her di hevdîtina han de her du alî behsa rewşa penaberan bi taybetî penaberê Mesîhî li Kurdistanê de kirin û heyeta mêwan jî jiber hevkarî kirin û parastina wan penaberan spasiya hikûmeta Kurdistanê kir.
