Akdogan: PKK di demeke kurt de çekê daneyne
YalçinAkdogan bi hin nûnerên rojname û têlevîzyonan yên Enqereyê re hat bal hev û der heqê rojevê de axivî.
Akdogan derbarê pêvajoya çareseriyê de wiha got: " tê xuya kirin ku vê gavê PKK dê di demeke kurt de kongreyê necivîne û çekê daneyne."
Akdogan derbarê polîtikayên Partiya Demokratîk a Gelan de jî wiha got:
"Tu (HDP) bi terorîstan re merasimê çêdikî, bi çekdaran re têyî bal hev û ew jî li ser çekan propagandayê dikin.
Tu bi hêza çekan rayan distînî, ev şikê dike ser dengên HDPê. Li vê derê di navbera demokrasî teror û çekê de ferq heye, yek jê spî ye, yek jê reş e. Ev hewl didin ku rengekî gewr çêbikin û naxwazin dewlet midaxaleyî wan jî bike"
Rudaw
