• Tuesday, 17 February 2026
logo

Wezareta Pêşmerge: Pêşmerge Naçe Romadiyê

Gulan Media April 16, 2015 Nûçe
Wezareta Pêşmerge: Pêşmerge Naçe Romadiyê
Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ewan dengoyan red dike ku dibêjin hêza Pêşmerge dê beşdarî di şerê Romadî ya Iraqê de bike û bo evê mebestê jî Herêma Kurdistanê goya dê çend yekîneyên hêza Pêşmerge bişîne Romadî.


Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek weşandiye û têde şandina çend yekîneyên hêza Pêşmerge bo parêzgeha Enbar ji bo beşdarbûn di şerê aadkirina bajarê Romadî de û alîkarîkirina artêşa Iraqê red kiriye.

Li gor evê daxuyaniyê, Cebar Yawer sekreterê giştiyê wezareta Pêşmerge ragihandiye:´´ derbarê weşandina nûçeya şandina hêza Pêşmerge bo Romadî, wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê nerastî û bê bingehî ya evê nûçeyê bo hemû aliyekî aşkira dike û tekez dike ku hîç biryarek û fermanek li wezareta Pêşmerge nîne bo livandina ti yekîneyên hêza Pêşmerge ya Kurdistanê û Hêzên Parastina Herêmê bo derveyê Herêma Kurdistanê.´´

Pêştir çend kanal û dezgehên medyayî nûçeyek weşandibûn, ku goya Herêma Kurdistanê dê bo alîakriya artêşa Iraqê di şerê azad kirina bajarê Romadî ya parêzgeha Enbarê de, çend yekîneyên hêza Pêşmerge ya Kurdistanê berev Romadî bişîne.

Piştî serdana hefteya bihorî ya Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê bo Herêma Kurdistanê û dîdar û civîna wî ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê ragihandibû, ku Hewlêr û Bexdad bi hev re rêkevtin kirine ku di şerê azad kirina bajarê Mûsilê de alîkariya hev bikin û hemahengî di navbera artêşa Iraqê û hêza Pêşmerge de hebe. Mesûd Barzanî ragihandibû, ku hêza Pêşmerge dê beşdarî azad kirina Mûsilê bibe, lê şêwaza beşdariya Pêşmerge dê guftûgo li ser bihê kirin.

Top