• Tuesday, 17 February 2026
logo

Komela Islamî li ser “Ey Reqîb” daxuyanî da

Gulan Media April 15, 2015 Nûçe
Komela Islamî li ser “Ey Reqîb” daxuyanî da

Komeleya Islamiya Kurdistanê daxuyaniyek derbarê ne rabûna Emîr û endamekî polîtbîroya wê se pê, li gel sirûda (Ey Reqîb) di merasîma 27 emîn salvegera kareseta Enfala de ku duh 14 Nîsanê li Kelarê birêve çûbû belavkir.

Kopiyek ji daxuyaniya Komeleya Islamiya Kurdistanê gihaye BasNewsê û têde hatiye ku, Komîta amdekariya vê merasîmê kiriye agahdariya Kolmeleyê kirye ku ew sirûda EY Reqîb di merasîmê de lê nadin û ser vî esasî endamên wê amadebûn, lewma dema ku Sirûda Ey Reqîb lê dan Emîrê Komeleyê û endamekî polîbîroya wê ranebûn ser pê.

Herwiha Komeleya Islamiya Kurdistanê di daxuyaniya xwe de eşkere dike ku, ne rabûna Endamekî Komeleyê li ser pê li gel sirûda EY Reqîb ku “Kêşe li ser heye” ne tawane û bera ragihandin vê “Kiryara biçûk mezin neke.”

Ji aliyekî dive daxuyanî vê jî tine ziman ku, şandeya Komeleyê cê rêza xelkê Kelar û malbatên şehîdan bû tevî ku hinek kes xwestin ku rexnê li komeleyê bikin, lê ew rexne ji bo “armancên siyasî ne” ne ji bo rêzdariyê ye ji malbatên qurbaniyên Enfala re ye û ji alavên ragihandinê xwest ku guh li daxwaz û kêşeyên xelkê bike ne ku tiştên biçûk mezin bike.

Basnews
Top