Erdogan: Divê çek ji binî bên danîn
Recep Tayyip Erogan li Koşka Komarî ya Aksarayê gotarek pêşkêş kir û got ku HDPê peymanên xwe yên ku ji bo pêvajoyê dabûn bicih nekirine û der barê bûyera li Agiriyê de wiha got:
"Heger li meydanê provakasyonek hebe, ev ne ya dewletê ye, ev provakasyona partiya ku di bin kontrola rêxistina terorê de ye. Tê îdiakirin ku cendirmeyên birîndar li wir hiştine, qaşo cendirme bi halê xwe yê birîndar li wir mane. Sivîl û mensûbên rêxistinê cendirmeyan xilas kirine. Ev ji binî derew in.".
Erdogan anî ziman ji bo pêvajoya çareseriyê baş bimeşe divê çek ji binî bên danîn û wiha got: "Ne ku çekan derxin derveyî welêt û di derekê de veşêrin. Wekî mînaka Îrlandayê bikin binê erdê û betonê berdin ser. Heger ev neyê kirin, tê wê meneyê ku terefê din li ser sozê xwe nîne û peymana xwe pêk neaniye."
Berî 3 rojan li bajarê Agirî yê Bakurê Kurdistanê şer navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Artêşa Tirkiyê derket û di encamê de gerîlayekî PKKê ligel welatiyekî şehîd ket û leşkerekî Tirkiyê jî birîndar bû.
Rudaw
