Serok Barzanî cejna Çarşema Sor li Kurdên Êzdî pîroz kir
Kurdên Êzdî mînaka berxwedan û xweragiriya gelê me ne ku ji bilî wan hemû hewlên ji bo qirkirinê, tu dijminek nekariye Kurdên Êzîdî ji nav bibe, her ji bo wê yekê ji bilî dirindeyî û hemû karên nemirovaneyên terorîstên Da'îş yên di dema dagîrkirina devera Şingalê de, nekarîn îradeya we yên ezîz têkbişkînin û berxwedan û xweragiriya bû bi peyamek ji bo hemû dost û dijminan ku Êzidî beşekî veqetiyayî yê gelê Kurdistanê ne û her bi wê navê jî bû ku sedan zarok û gedeyên Kurdistanê ji Xaneqînê heta digihe Zaxo bi çekê şerefê Pêşmergayetiyê ve hatin û ji bo azadkirina devera Şingalê xwîna xwe ya geş rijandin ser axa wê deverê û şehîd bûn. Xwîna wan şehîdan peyameke rûne ku tu hewlek nikarê Kurdên Êzdî ji Kurdistan û gelê me veqetîne.
Li sayeya azayetî û cangoriya Pêşmerge ve niha zêdetirê navçeyên devera Şingalê ji destê terorîstên Da'îş hatine azad kirin û bi dilniyayiyê ve hîç bostek ji axa Kurdistanê li bin destê terorîstan da nahêlîn û ev rewşa niha ya xuşk û birayên Êzdî bi dawî dibe û bi serbilindiyê ve vedigerin nav malên xwe û we dilniya jî dikin ku Pêşmerge dibê şureke polayînî ya ji bo parastina we û hemû pêkhatên Kurdistanê.
Li cejna serê sala Êzdî da tekez li wê yekê dikîn ku bi hemû şiyanek ve palpiştiya xuşk û birayên Êzdî dikîn û divê ew bi xwe biryara çarenûsa xwe bidin û rê nadîn hinek kes çarenûsa wan diyar bikin û sûrîn li ser parastina wan û dabînkirina paşarojeke dûrî ji nexweşî û çewsandinê.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
15/04/2015
