• Tuesday, 17 February 2026
logo

DAIŞ navçeyeke din xist destê xwe

Gulan Media April 15, 2015 Nûçe
DAIŞ navçeyeke din xist destê xwe
Li sînorê parêzgeha Enbarê û li nêzîkî navenda bajarê Rûmadî, çekdarên DAIŞê navçeyeke din kontrol kirin.

Çavkaniyeke ewlehiyê ragihand ku, piştî Artêşa Iraqê ji ji navçeyê vekişiyan, çekdarên DAIŞê navçeya Elbûxanim kontrol kirin.

Elbûxanim li bakurê rojhilatê bajarê Rûmadî yê parêzgeha Enbarê ye.

Jêderekî din ragihand ku, îro balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li navçeya Elbûferecê ya parêzgeha Enbarê li DAIŞê dan.

Tê zanîn ku Artêşa Iraqê û hêzên ewlehiyê û çekdarên Heşdul Şeibî yên şîe, xwe amade kirine bo operasyona kontrolkirina Enbarê, lê çekdarên DAIŞê pêşve diçin.

Rudaw
Top